Macron û Nêçîrvan Barzanî qala hilweşandia Referandûmê nekirin!

Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Firensa Elî Dolemerî ji kenala Someriye re ragihand; "Di civîna di navbera serokê Firensa Emmanuel Macron û serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de, behsa hilweşandina encamên referandum serxwebûna Kurdistanê nehat kirin."
04.12.2017, Pts - 13:34
Macron û Nêçîrvan Barzanî qala hilweşandia Referandûmê nekirin!
Nuçe Belav bike

Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Firens Elî Dolemerî ji kenala Someriye ragihand ku tenê Serokê Firensa rêzgirtina hikûmeta Herêma Kurdistanê ji biryara dadgeha federalî ya Iraqê bilind nirxand ku dadgehê tekezî li ser yekîtiya Iraqê kiriye".

Elî Dolemerî diyar kir, ku armanca civîna Macron û Nêçîrvan Barzanî normalkirina rewşa siyasî û abûrî û serbazî di navbera Bexda û Hewlêr de bû, ew jî di çarçoveya destûra Iraqê de".

Her wiha Dolemerî got: "Serokê Firensa piştevaniya welatê xwe ji bo mafên gelê Kurd di çarçoveya destûra Iraq û dewleta Iraqê de da xuyakirin".

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2105 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:42:23