Li ber Konsolxaneya Hewlêr ya Amerîkî xwepêşandeka protestoyê
Bi sedan welatiyên Kurdên Kerkûkê, piştî ku ji deverên xwe mişext bûn û berê xwe dan Hewlêrê, herweha bi dehan çalakvan û rewşenbîr û kesatiyên Hewlêrê li pêşya kunsulxana Amerîka li Hewlêrê xwepêşandanek encamp dan.
20.10.2017, Cum - 14:06
Çalakvanan bêdengiya Amerîka û Hevpeymana Navdewletî kun li hemberî êrîşa Heşda Şeibî û artêşê li ser Kerkûkê şermezar kirin.
Herweha xwepêşanderan behsa wê yekê kirin, ku Qasim Silêmanî ku li Kerkûkê ye û Amerîka ti helwestekê nade xuyakirin.
Beşekî din ji xwepêşanderan di axaftinên xwe de ji bo Kurdistan24ê bal kişandin ser rola hêzên Pêşmerge ku li gel hêzên Amerîka Iraq azad kirin û şerê terorê kirin.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2036 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:57:05