Pûtîn: Em ê ti kesî dersînor nekin

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ragihand ku Rûsya dê gavên başkirina têkiliyên xwe bi DYAyê re li gorî polîtîkaya Trump diyar bike.
30.12.2016, Cum - 13:48
Pûtîn: Em ê ti kesî dersînor nekin
Nuçe Belav bike

Serokê Dewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ragihand ku wî pêşniyara dersînorkirina 35 dîplomatên amerîkî wek bersiv ji dersînorkirina dîplomatên rûs ji Amerîkayê re red kiriye ûdiyar kir ku bersiva wan dê li gorî polîtîkaya Trump be.

Pûtîn li ser malpera fermî ya Kremlînê derbarê biryara DYAyê daxuyaniye da û got: ‘Gavên nû yên ne dostane yên DYAYê dibe sedema provakasyonan û zerarê dide têkiliyên me. Ev yek li dijî berjewendiyên gelê Rûsya û DYAyê ye. Dema ku em berpirsiyariyên Rûsya û DYAyê yên di warê parastina ewlehiya kurewî de didin ber çavên xwe, em dibînin ku gavên bi vî şiklî zirarê dide hemû têkiliyên navneteweyî jî.'

Pûtîn di dewamiya axaftina xwe de got: ‘Em ê ji dîplomatên amerîkî re ti astengiyan dernexînin û ti kesan dersînor nekin. Ez ê zarokên dîplomatên amerîkî vexwînim şahiya noelê.'

Pûtîn diyar kir ku ew gelek xemgîne ku, peywira Obama bi vî şiklî hate bidawîkirin û sersala Obama û malbata wî pîroz kir. Herwiha ya hemû gelê amerîkî jî pîroz kir.

Sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 1559 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:02:32