Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di civîna Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê ya li paytextê Moskowê de axivî.
Vladimir Putin banga Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo efûkirina leşkerên Ukraynayê yên li Kurskê nirxand û anî ziman:
“Em balê dikişînin ser wê yekê ku şervanên Ukraynî gelek sûc li dijî sivîlên herêma dagirkirî pêk anîne.”
Putin amaje pê kir ku Rûsya van sûcan wekî “teror” qebûl dike û da zanîn:
“Di heman demê de, em gaziya Trump a ku fikrên mirovahiyê li ser van leşkeran dike bi başî dibînin.
Dema ku ew çekên xwe deynin û xwe radest bikin, jiyana wan dê were garantîkirin.
Li gorî normên hiqûqa navneteweyî û qanûnên Rûsyayê dê miameleyeke birûmet bibînin.”
Putin bangî birêvebiriya Ukraynayê jî kir û got:
“Ji bo ku banga Serokê Amerîkayê bi awayekî bandor were bicihanîn, divê birêvebiriya Ukraynayê, fermanê bide yekîneyên xwe yên leşkerî ku çekên xwe deynin û wekî dîlên şer xwe radest bikin.”