Serokê Rûsyayê Vladimir Putin piştî Civîna Konseya Aborî ya Bilind a Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê pirsên rojnamegeran bersivandin.
Putin bi bîr xist ku di mizakereyên 2yê Hezîranê de ku li Stenbolê bi navbeynkariya Tirkiyeyê hatin kirin li ser radestkirina termên cemidandî yên 6 hezar leşkerên Ukraynayê, guhertina leşkerên nexweş û birîndar û leşkerên dîl ên di bin 25 salî de lihevkirin hatibû kirin.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin got:
“Doh jî dîsa dîlek hat guhertin. Ev ji aliyê însanî ve girîng e û ji bo çareserkirina pirsgirêkê şertên guncav diafirîne.
Me cenazeyên zêdetirî 6 hezar leşkerî radestî Ukraynayê kirin.
Em amade ne ku 3 hezar cenazeyên din jî radest bikin. Êdî kar li ser milê Ukraynayê ye.”
Putin diyar kir ku îhtimala encamdana gera sêyem a mizakereyên bi Ukraynayê re heye û got:
“Em ji bo vê amade ne. Divê dîrok û cih werin diyarkirin.
Ez hêvî dikim ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan pêbendî nêzîkatiya xwe ya piştgiriya pêvajoya aştiyê bimîne.
Ji ber vê yekê em spasiya wî dikin. Em amade ne ku hevdîtinê li Stenbolê bikin.
Serokên heyetên Rûsya û Ukraynayê dê dîrokê diyar bikin.
Ew her tim di pêwendiyê de ne, ev tiştekî baş e.”
“Ez her dem ji bo pêwendî û hevdîtinên bi Trump re amade me”
Putin li ser hevdîtina rûbirû ya bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re anî ziman:
“Ez her dem ji bo pêwendî û hevdîtinên bi Trump re amade me. Trump jî ev yek anîbû ziman.
Ez jî wekî wî difikirim ku divê amadekariyên hevdîtinên bi vî rengî werin kirin.”