Putin li Kremlînê Esed pêşwazî kir

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin li Kremlînê bi Serokê Sûriyeyê Beşar Esed re hevdîtinek pêk an
25.07.2024, Per - 13:07
Putin li Kremlînê Esed pêşwazî kir
Nuçe Belav bike

Kremlînê li ser hevdîtina Vladimir Putin û Beşar Esed daxuyaniyek belav kir.

Kremlînê da zanîn ku Vladimir Putin şeva borî Beşar Esed qebûl kiriye.

Di hevdîtinê de serokê Rûsyayê got ku ew dê li ser tevaya pêwendiyên di navbera her du welatan de, bi taybetî li ser pêwendiyên bazirganî û aborî gotûbêj bikin.

Putin herwiha da zanîn ku ew dê nêrîna Esed li ser bipêşketinên rewşa Rojhilata Navîn jî wergire.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin got, “Derfeta me heye ku em li ser hemû kompleksa têkiliyên xwe biaxivin.

Helbet nêrîna we ya li ser çawaniya bipêşketina rewşa herêmê bi giştî ez pir meraq dikim.

Mixabin, wekî em dibînin, rewş ber bi xirabbûnê ve diçe. Ev yek rasterast bi Sûriyeyê re jî têkldar e.”

Li aliyê din, Esed jî ji Putin re gotiye, “Li berçavgirtina hemû bûyerên ku îro li cîhanê bi giştî û li herêma Avrasyayê diqewimin, civîna me ya îro pir girîng xuya dike ku em hemî hûrguliyên bipêşveçûna van bûyeran, li ser perspektîv û senaryoyên muhtemel gotûbêj bikin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 292 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:27:20