Lavrentiev di hevpeyvînekê de ligel ajansa “TASS” got, pêwendî di çarçoveya çaralî de, di navbera wezaretên berevaniyên yên Rûsya, Tirkiye, Sûriye û Îranê de hene û dewam dikin, lê hîn zû ye ew ku behsa hevdîtina Esed û Erdogan bikin.
Daxuyaniyên Lavrentiev piştî gera bîst û duyemîn a civînên Astanayê yên li ser çareseriya Sûriyê li paytexta Kazaxistanê hatin û tekez kir, heta niha şert û mercên hevdîtina Esed û Erdogan pêk nehatine.
Ev yek di demekê de ye, Serokê Tirkiyê Receb Teyyip Erdogan duhî ragihandibû, ew hîn jî hêvî dike ku bi Beşar Esed re bicive û bi hev re pêwendiyên Tirkiye-Sûriyê sererast bikin.
Pêştir jî Erdogan amadebûna xwe ji bo hevdîtina bi Serokomarê Sûriyê re piştrast kiribû û diyar kiribû ku ew li benda bersiva Şamê ye.