Ji ber şerê YBŞê û artêşa Iraqê zêdeyî 4000 kes ji Şingalê koçber bûn

Ji ber şer û pevçûnên di navbera artêşa Iraqê û çekdarên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) de, heta niha zêdetir ji 4,000 kes ji xelkê Şingalê koçber bûne û gihîştine navçeyên parêzgeha Duhokê.
03.05.2022, Sal - 09:39
Ji ber şerê YBŞê û artêşa Iraqê zêdeyî 4000 kes ji Şingalê koçber bûn
Nuçe Belav bike

Di nava du heftiyên derbasbûyî de û bi sedema alozî û şerên di navbera artêşa Iraqê û YBŞ de û ji ber dilgiraniyên xelkê, bi hezaran kes ji xelkê Şingalê careke din aware û koçber bûn û berê xwe dan kampên li parêzgeha Duhokê. Tenê doh 2ê Gulanê bi kêmanî 701 malbat ji sînorê qezaya Şingalê dest ji malên xwe berdan û koçber bûn.

Rêveberê Rêveberiya Koç û Koçberan û Kontrola Krîzan a Duhokê, Pîr Deyan Pîr Ceifer ji Rûdawê re ragihand, “tenê di rojekê de ji ber aloziyên li Şingalê heta demjimêr 01:00 berê sibeha îro Sêşembê 3ê Gulana 2022an 701 malbat ji Şingalê koçberî parêzgeha Duhokê bûne.”

Pîr Deyan Pîr Ceifer diyar kir, “hejmara kesên ku tenê doh ji Şingalê koçber bûne, 4 hezar û 83 kes e û bi ser 15 kampan de hatine belavkirin.”

Rêveberê Rêveberiya Koç û Koçberan a Duhokê destnîşan kir, 27 hezar malbatên koçber di nav kampên li sînorê parêzgeha Duhokê de mane û tekez kir, berdewambûna şerê li Şingalê dê jiyana koçberan dijwartir bike.

Li aliyekî din peyamnêrê Rûdawê yê li Şingalê îro ragihand, şerê navbera artêşa Iraqê û YBŞê li Şingalê rawestiyaye û hêzên şerker vegeriyane bingehên xwe.

Ji pêr 1ê Gulanê ve bo dema du rojan li sînorê qezaya Şingalê di navbera artêşa Iraqê û YBŞ de şer derket û herdu aliyan di şer de çekên giran bikar anîn.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1024 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:06:39