Amedspor li mala xwe bi ser ket

Amedsporê li stadyuma xwe Bandirmaspor 2 û 1 têk bir û bû xwediyê 3 puanan.
13.02.2025, Per - 07:28
Amedspor li mala xwe bi ser ket
Nuçe Belav bike

Amedspora ku di Lîga 1emîn a TFFyê de ye, di hefteya 24an de li mala xwe bi tîma Balikesêrê Bandirmasporê re lîst.

Lîstikvanê Amedsporê Yohan Cassubie xuleka 23yan golek avêt û tîma xwe 1-0 xist pêş.

Nîva yekem a lîstikê 1-0 bi serkeftina Amedsporê bi dawî bû.

Lîstikvanê Amedsporê Mehmet Yeşîl xuleka 82yan golek avêt qeleya xwe û skor bû 1-1.

Xuleka 90î Mehmet Yeşîl vê carê li ser navê tîma xwe golek avêt û Amedsporê 2-1 xist pêş.

Amedsporê bi vê encamê puanên xwe derxistin 34an û di Lîga 1emîn a TFFyê de derket rêza 10an.

 Amedspor hefteya pêşiya me dê li deplasmanê bi Bolusporê re bilîze.

 

Vî nûçeyê tevayî: 1726 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:51:35