Amedsporê serokê xwe yê nû hilbijart

Di kongreya awarte ya Amedsporê de Burç Baysal bû 7emîn Serokê Amedsporê.
13.11.2024, Çar - 10:19
Amedsporê serokê xwe yê nû hilbijart
Nuçe Belav bike

Tîma parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ku di Lîga Yekem a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de dilîze kongreya xwe ya awarte saz kir.

Kongre li Navenda Kongreyan a Sezaî Karakoç hat lidarxistin.

Amedspora ku 353 delegeyên wê hene bi lîsteyekê çû hilbijartinan.

Di kongreyê de serokê berê Azîz Elaldi, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê Mehmet Kaya û gelek berpirs û endamên saziyên civaka sivîl ên Amedê beşdar bûn.

Di kongreyê de Serokê Desteya Şêwirê ya Amedsporê Burç Baysal wekî Serokê nû yê Klupa Amesporê hat hilbijartin.

Tîma Amedsporê ku çend roj berê rahenêrê wê Ersun Yanal jê veqetiya û Servet Çetîn bû rahênerê wê yê nû, demên dawî di rewşeke zehmet re derbas dibe û bi hesreta serkeftinên xwe yên berê ye.

Piştî 10 sal ji damezrandinê sala borî bû şampiyon û derket Lîga Yekem lê van demên dawî performansa wê ne bi dilê alîgir û hezkiriyên wê ye.

Amedsporê îsal di 12 lîstikan de tenê 3 serkeftin bi dest xistine, di 5 lîstikan de jî encam wekhev bûye û di 4 lîstikan de jî têk çûye.

Bi vê encamê jî heta niha tenê 17 xal bi dest xistine û di nava 20 tîman de di rêza 17emîn de ye.

Alîgirên Amedsporê li bendê ne ku birêvebiriya nû bi gavên stratejîk careke din tîma wan vegerîne performansa xwe ya berê.

 

Vî nûçeyê tevayî: 122 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:50:54