Amedspora ku îsal di Lîga 1em a Trendyolê ya Tirkiyeyê de dilîze û antrenor Servet Çetîn li hev kir.
Piştî ku Amedspor di çend maçên xwe de têk çû, gelek alîgirên Amedsporê nerazîbûna xwe nîşan da û wan xwest birêvebiriya Amedsporê û rahênerê tîmê îstifa bikin.
Li ser vê yekê Birêvebiriya Klûba Amedsporê roja 28ê Çiriya Pêşîn biryar da ku kongreya xwe ya awarte li dar bixe.
Serokê Amedsporê Azîz Elaldi jî eşkere kir ku ew dê careke din nebe namzed.
Piştî wê jî peymana bi antrenorê Amedsporê Ersun Yanal jî hat betalkirin.
Birêvebiriya Amedsporê û antrenor Servet Çetîn li hev kir û wan îro peymana xwe îmze kir.
Peymana Servet Çetîn û Amedsporê salek e.