60 endamên ASAyê xwe sipartin YPG û Artêşa Sûriyeyê

60 endamên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) k udi çerçoveya Operasyona Mertalê Firatê de Tirkiye wan perwerde kiribû, beşdarî Artêşa Sûriyeyê û HSDê ku hêza sereke ji YPGê pêk tê bûn.
09.06.2017, Cum - 14:32
60 endamên ASAyê xwe sipartin YPG û Artêşa Sûriyeyê
Nuçe Belav bike

Rayedarekî Hêzên Sûriye ya Demokratîk (HSD) ku hêza sereke ji YPGê pêk te ji Sputnikê re ragihand ku 25 kes beşdarî HSDê, 35 kes jî beşdarî Artêşa Sûriyeyê bûne.

Rayedarê HSDê eşkere kir ku endamên ASAyê 2 roj berê ji rêxistinê veqetiyane û got: "Ev kes endamên Tuxaya Siltan Mirad, Tuxaya Bîllah Mûntasir, Feylek el Şam û Hêzên Taybet a Arparslanê ne. Du roj berê bi çekên xwe ve firar kirine û xwe spartin hêzên me û Artêşa Sûriyeyê."

Rayedarê diyar kir ku lêpirsîna endamên ASAyê ku xwe sipartine wan dikin û wiha pê de çû: "25 kes xwe sipastin me û 35 kes jî xwe sipartin Artêşa Sûriyeyê. Kesên hatin cem me xwe sipartin şevanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên li gundê Sekeriyê û eşkere kirine ku dixwazin beşdarî hêzên me bibin. Em jî niha lêpirsîna 25 kesan dikin, eger pirsgirek tinebe dikarin li cem me bimînin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên HSDê di nav kesên ku firar kirine de Fermandarê Hêzên Taybet a Arparslanê Ebû Elî Reslan jî heye. Rayedarê HSDê eşkere kir ku fermandarê ASAyê Ebû Hayr bi şervanên xwe re beşdarî Artêşa Sûriyeyê bûye û firar kirina ji ASAyê jî dê dewam bike.

Ji aliyê din ve ASAyê jî bi daxuyaniyeke ragihand ku hin kesên tevlî diziye bûne xwe sipartine Artêşa Sûriyeyê.

Sputnik / Hikmet Durgun
Vî nûçeyê tevayî: 2032 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:12:16