8 hemwelatiyên Kurd li başûrê Şamê ji aliyên hêzên rêjîmê ve hatin binçavkirin

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov belav kir, hêzên ewlekarî yên rejîma Sûriyê 8 kesên sivîlan ên Kurd li gundê Xirbet El-Werd ê li başûrê Şamê binçav kirin ku di nava wan jin û zarok jî hene.
26.09.2022, Pts - 14:48
8 hemwelatiyên Kurd li başûrê Şamê ji aliyên hêzên rêjîmê ve hatin binçavkirin
Nuçe Belav bike

Rewangehê da zanîn, grûpeke ser bi Hizbullaha Lubnanî ve êrîşî malbateke Kurd li gundê Xirbet El-Werd ê li devera Seyide Zeyneb kir û bi tundî li mêr, jin û zarokan dan. Hêzên ewlehiyê yên rêjîma Sûriyê jî li şûna ku destêwerdanê bikin û wê malbatê ji êrîşê biparêze, 8 kes ji wê malbatê bi birîndarî binçav kirin.

Rewangehê diyar kir jî, çend roj in pirsgirêk di navbera wê malbata Kurd û grûpeke ji eşîra Begara ku Hizbulaha Lubnanî piştevaniyê dide wê li ser firotana xaniyekî derketiye ku malbata Kurd pêştir ew xaniya ku tê de ne, ji kesekî eşîra Begara kirîbû, niha jî ew kes zorê li malbata Kurd dike, ta ku careke din xanî bifiroşe wî.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, hêzên ewlekariyê gef li endamên wê malbata Kurd xwarine, eger ew xaniyê xwe nefiroşin, dê her girtî bimînin.

Devera Seyide Zeyneb 10 k.m li başûrê Şama Paytext dikeve, piraniya niştecihên wê ji Erebên Şîe ne û mezargeha Zeyneb bint Elî bin Ebî Talib (Zeyneb El-Kubra) lê ye û gelek mîlîşyayên ser bi Îranê ve lê bi cih bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 381 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:06:10