Akademîsyenê Rûs: Heta Şam razî nebe Kurd mafên xwe bi dest naxin

16.02.2024, Cum - 09:19
Akademîsyenê Rûs: Heta Şam razî nebe Kurd mafên xwe bi dest naxin
Nuçe Belav bike

Serokê Enstîtûya Rojhilatnasî ya Rûsyayê Vitaliy Naumkin ji Rûdawê re got ku ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê tişta herî baş ew e ku bi hikûmeta Sûriyeyê re dest dest bi danûstandinan bikin ji bo ku mafê xwe bi dest bixin.

Vitaliy Naumkin ku yek ji berpirsên Konferansa Valdayê ye, di hevpeyvîneke taybet de behsa Kurdên Rojavayê Kurdistanê û paşeroja wan kir.

Vitaliy Naumkin got ku heta Şam razî nebe Kurd mafên xwe bidest naxin û got, “Divê Kurd bizanibin ku rêyên çareseriyan di Şamê re ne.”

Naumkin herwiha da zanîn ku ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê lêgerinên ji bo diyalogeke rasteqîn berdewam dikin û got, “Rûsya ji bo hin guherînên nû vekirî ye.”

Her wiha got, ew bawer nake ku di demeke nêzîk de Amerîka ji Sûriyê derkeve.

Nûçegihanê Rûdawê Kamiz Şedaddî hevpeyvînek bi Serokê Enstîtûya Rojhilatnasî ya Rûsyayê Vitaliy Naumkin re kir û ev jî naveroka wê ye:

Rûdaw: Birêz Vitaliy, Lavrov di goratara xwe de got û Rûsya alîkariya baştirkirina pêwendiyên navbeyna Sûriye, Tirkiye, Sûriye û Îraqê kiriye. Îro di eniya Sûriyeyê de çi rû dide û danûstanên Komîteya Destûrê çima xetimiye?

Vitaliy Naumkin: Jixwe Lavrov şîrove kir, bê ka çima xetimiye. Ji ber ku Cenev îmaja xwe ya wek qadeke navneteweyî ya bêlayen û welatê ku di pevçûnan de alîgiriyê nake, wenda kir. Li şûna wê, Swîsre pêgeheke mîna piraniya welatên Eworpî girt ku bi giranî li pey rêça siyaseta Amerîkayê dimeşin.

Herwiha, ew helwêsta Swîsreyê ku li hebmerî dîplomatên Rûsî nîşan da, dema ku ew çûbûn mîna çavdêr beşdar bibin, di wê proseyê de an ku di danûstanên Komîteya Destûrê de, herwiha di nav Komîteya Destûrê bi xwe de … hat wê wateyê ku ew qad, êdî wekî qadeke bêlayen ji bo diyalogê nayê qebûlkirin.

Rûsyayê jî got ku ew tê de beşdar nabe. Jixwe Rûsya ne beşdara wan gotêbêjan e. Loma jî şanda ku hikumeta Sûriyeyê piştgiriya wê dike, biryar da ku ew jî di gotûbêjan de beşdar nebe, ger ku Rûsya tê de tune be.

Bêyî Rûsya hikûmet naxwaze di gotêbêjan de beşdar bibe. Loma jî niha li guherîneke din digerin. Wekî ez zanim, Rûsya ji bo hin guherînên nû vekirî ye,û ez bawerim di demeke nêz de ew dê berdewam bikin.

Rûdaw: Gelo pêşveçûn di vê diyalogê de, di navbeyna hikumet û opozîsyona Sûriyeyê de hebû? Di encamê de diviyabû ew diyalog bigihîşta çi encamê û gihîşt kû derê?

Vitaliy Naumkin: Tenê gotûbêjên pêşîn hebûn, ew jî li ser prensîpên sereke bûn ku diviyabû bibin bingeh ji bo pêgeha Komîteya Destûrî. Lê kar pêş ve ne çû û ji ber wê yekê ku diyalog hat birrîn. Di encamê de, wekî ku min got, xetimî.

Rûdaw: Li Sûriyeyê girêdayî bi Kurda re çi heye? Mebesta min pêwendiya di navbeyna Şam û Kurdan de.

Vitaliy Naumkin: Lêgerinên ji bo diyalogeke rasteqîn berdewam dikin. Lê bi nerîna min hîn jî ne hatiye peydakirin. Ew hîn tune ye. Lê hewldan ji bo lihevhatinekê hene. Ew hem ji aliyê Kurda ve, hem ji aliya Şamê ve tê nîşandan.

Bi nêrîna min, rêya çareseriya wan pirsgirêkan ku Kurd jê nîgeran in, di ser rêya asayîkirina pêwendiyên bi Şamê re derbas dibe. Û divê Kurd û Şam hewldanên xwe bikin yek, ji bo lêgerîna çareseriyê ku ji bo her du aliyan baş e. Ji ber ku Kurd di nav dewleta Sûriyeyê de dijîn.

Lewre, heta ku Şam biryarekê negire ku her du alî jê razî bimînin, Kurd nikarin tiştekî bi dest bixin. Eger ew dê di rêya pesendkirina guvaşên Amerîkayê bigirin an jî wekî ku em dibêjin, rêya qebûlkirina tamikên Amerîkî bigirin, bi nêrîna min ew rêyeke ne rast e. Divê Kurd xwe bispêrin wê rastiyê ku rêyên çareseriyên hemû arîşeyan, di lihevkirina Şam û Kurdan re derbas dibe.

Rûdaw: Erê, di nav şarezayên Rûsyayê de, heta ez dibêjim di hikûmeta Rûsyayê de jî nêrîneke weha heye ku Amerîka nehêle Kurd diyalogê bi Şamê re bike. Lê pêşniyareke misoger a Şamê heye ku pêşkêşî Kurdan bike?

Vitaliy Naumkin: Minê ji we re pêşniyar kiriba ku hûn vê pirsê ji nûnerên hikumeta Sûriyeyê bipirsin. Ji ber ku ez nûnertiya hikumeta Sûriyeyê nakim. Ez nizanim li Şamê bi çi difikirin.

Rûdaw: Lê em zanin ku hûn xwedî zanyayriyên kûr û hûr in li ser pêşveçênên di wê eniyê de.

Vitaliy Naumkin: Lê ew zanyarî ne yên min in. Û minê nexwasta tiştê ku ji dostên me yên Sûriyeyê dibihîsim, li vir eşkere bikim û bi ser de jî şîrove bikim. Ez hêvîdar im diyalogeke weha dê pêşve biçe û berdewam bibe. Û ew tovên ku hatibûn çandin, dê mezin bibin. Ewqas. Her tişt bi niyeta pak a Şamê û bi ya Kurda ve girêdayî ye.

Rûdaw: Ez dixwazim vegerim mijareke kevin ku me careke êdî ji we pirs kiribû. Demekî Rûsya, bi beşdariyeke rasterast ya cenabê we, projeyeke destûrê ku paşê jê re gotin pêşxebat, ji bo Sûriyeyê amade kiribû ku tê de ji bo Kurdan otonomî hatibû pêşbînîkirin. Îca, ew mijar îro gîha kîjan qonaxê? Guncaw e em îro behsa wê yekê bikin?

Vitaliy Naumkin: Bi ya min, ne ewqas guncaw e. Ji ber ku Rûsya wê projeyê li ser kesekî ferz nake, di serî de jî ser hikumeta Sûriyeyê. Ew hewldanek bû ji bo nîşandanê ku arîşyên weha divê bên çareserkirin.

Ew pêşniyarek bû, wek mînakek ku hêzên ji derve dikarin hin tiştan bikin û pêşniyar bikin. Lê ti kesek li ser Şamê ti çareseriyê ferz nake ku va ye ev projeya me ye û divê hûn pesend bikin û pêk bînin.

Ya sereke ew e ku divê hikûmeta Sûriyeyê bixwe û Kurd bixwe biryarê bidin, ka divê çi bikin. Me nîşan da ku heta pisporên Rûsî û siyasetmedarên Rûsî jî dikarin tiştekî binexişînin lê ew nayê wê wateyê ku divê her kes wê pesend bike.

Rûdaw: Lavrov herweha got ku girjî li herêmê kûrtir dibe û rêjeya aloziyê hîn jî ne gîhaye lûtkeya xwe, li herêmê. Ew tê wateyê ku em li benda germbûna pevçûnan e. Di rewşeke wiha de, gengazî heye ku welatên sêyemîn, an jî çaremîn beşdarî pevçûnan bikin li Sûriyeyê. Mînak, Tirkiye, Îran…

Vitaliya Naumkin: Jixwe ew tê de beşdar dibin. Dibe ku di şerekî de beşdar nebin. Lê di proseya hevkarî û gotûbêjkirina şêwazeke çaresriyê de beşdar dibin. 3 welatên garantor hene ji bo çareseriya Sûriyeyê Tirkiye, Îran û Rûsya. Û formata Astanê jî berdewam e.

Beriya demekê, hevdîtineke wan jî hebû û diyar e dê dîsa hebe. Loma jî ez dikarim bêjim, dînamîkeke li ber çavan e û ew dînamîk ber bi lihevkirina pêgehên wan her sê welatên garantor ve pêş dikeve. Û dibe ku rola hin aktorên din jî diyar bibe. Bo nimûne, em bêjin, Çîn. Dibe ku welatên din jî hebin. Îro meyla cîhanê ew e ku Başûra Global êdî dest pê kiriye hîn zêdetir xwe nîşan dide û bûye hêzeke mezin a navneteweyî.

Loma jî gelek welat dikarin rola xwe bilîzin, ji ber ku bêyî wan biryareke navneteweyî nikare bê girtin. Û Amerîka jî nikare biryara xwe li ser kesekî ferz bike û planên xwe pêş ve bibe. Wekî em dibînin, hewldaneke wê ya wisa li pişt Feratê, an jî li Rojhilata Feratê heye.

Rûdaw: Lê Tirkiyeyê jî hîn dest ji planên xwe bernedaye ku hîn zêdetir erd kontrol bike. Herî kêm ew 30 km bi kûrahiya Sûriyeyê pêş çû. Ew dikare sûdî ji aloziyan wergre û gaveke wiha bavêje?

Vitaliya Naumkin: Minê nexwesta ku ez pêgeha Tirkiyeyê şîrove bikim. Heger rayeke me ya nêz heye bi wî welatî re. Berjewendiya me tê de ye ku em pêwendiyên xwe pê re xirab nekin. Bê guman, hin nakokiyên me hene, pêgehên me yên ciyawaz jî hene. Lê bi nerîna min, îro şîrovekirina hin biryarên hikûmeta Tirkiyeyê ne guncaw in.

Rûdaw: Li ser gengaziya vekişîna hêzên serbazî yên Amerîkî ji herêmê, bi taybetî ji Îraq û Sûriyeyê.

Vitaliya Naumkin: Ez pê bawer nakim. Ez bawer nakim bi vê yekê. Bi ya min, dibe ku hîn tevgereke wisa kozmetîk, rastî hebe. Lê eger mirov bibêje sibe dê Amerîka hema rabe û vekişe biçe, ez pê bawer nakim.

Rûdaw: Ew hêzên ku hemû hesabên xwe li ser vekişîna hêzên Amerîkî kirine, gelo dikarin plan û tevgerên xwe li herêmê biguhêrin? Mesela Îran?

Vitaliya Naumkin: Ka, Amerîka çûne kû derê? Ew ne çûne ti deran. Çima kesekê niha rabe planekê darêje û pêgehên xwe biguherîne? Amerîkî çawa hebûn tê de, wisa jî hene. Ew neçûne ti deran. Loma jî em dê li bendê bin, bê ka ew dê dê çi biryarê bidin.

Rûdaw: Li ser encamên Konferansa Valdayê… gelo 13mîn Konferansa Valdayê çi bi xwe re tîne, çi perspektîv pêşpkêş dike?

Vitaliya Naumkin: Encamên gotûbêjên me diyar kirin ku beşdarên cuda bi şêwazekî ciyawaz temaşe li rola aktorên ji derve, li rola welatên sêyemîn ên li herêmê, dikin. Herwiha vê konferansê nîşan da ku arîşeya Filistînê, îro di navenda hemû rûdanan de ye û wekî Lavrov jî got, derketiye refên herî pêş ên siyaseta cîhanê. Bi nerîna min, ev yek, encameke sereke ye ku bi gotûbêjên du rojî em pê gihîştin. Li vir hat derbirîn ku Filistîn îro arîşeyeke navendî ya rojeva Rojhilata Navîn e. Û ew pir girîng e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1209 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:02:33