Almanya penaberan vedgerîne welatên wan’

19.02.2017, Paz - 17:24
Almanya penaberan vedgerîne welatên wan’
Nuçe Belav bike

Berpirsê Ofîsa Şêwermenda Almanyayê Engêla Mîrkel Peter Altmaier ragehand ku, welatê wî çaverê dike kesên penaxwaziya wan nehatiye qebulkirin vegerînin welatên wan.

Derbarê wê yekê de Berpirsê Ofîsa Şêwermenda Almanyayê Engêla Mîrkel Peter Altmaier daxuyaniyek ji rojnameya "Bild am Sonntag" re da, tê de wiha got:"Di sala borî de 80 hezar penaber piştî ku, nekarîn mafê penaxwaziyê werbigrin vegeriya welatên xwe."

Altmaier da zanîn ku, tê çaverêkirin hejmara îsal vegerandina penaberan zêde bibe. Aşkere kir ku, di sala 2016ê de ji hejmara 700 hezar daxwazên penaxwaziyê tenê 400 hezar weke penaber hatin qebulkirin û belgeyên 300 hezaran hate redkirin.

Tê zanîn ku, Almanya di sala 2015ê de zêdeyî yek milyon penaberî wergirtibû.

basnews
Vî nûçeyê tevayî: 1821 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:07:58