Amerîka: 8 çekdarên ser bi komên nêzî Îranê ve hatine kuştin

Çavkaniyên herêrmî ragihandin ku di encama êrîşa artêşa Amerîkayê ya li Sûriyeyê de herî kêm 8 çekdarên ser bi komên çekdar yên nêzî Îranê hatine kuştin. Artêşa Amerîkayê dibêje ku ew êrîş wek tolhildanek bû li ser êrîşa li ser hêzên wê ku di encamê de belênderekî Amerîkî hat kuştin û 5 leşkerên Amerîkî jî birîndar bûn.
24.03.2023, Cum - 10:06
Amerîka: 8 çekdarên ser bi komên nêzî Îranê ve hatine kuştin
Nuçe Belav bike

Roja Înê 24ê Adara 2023an, çavkaniyên xwecihî li Sûriyê ragihandin ku êrîşa şeva borî ya Amerîkayê “depoyeke çekan li bajarê Dêra Zorê kire armanc û di encamê de 6 çekdarên grûpên Îranê û 2 çekdarên din jî li biyabana Meyadîn hatin kuştin.”

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihand, roja Pêncşemê demjimêr di êrîşeke dironê de li ser bingeheke leşkerî ya Amerîkî li Hesekê, belênderekî Amerîkî hat kuştin û 5 serbaz û belênderekî din ên Amerîkî jî birîndar bûn.

Artêşa Amerîkayê wekî bersiva wê êrîşê da yekser êrîşên asmanî li dijî hejmarek komên çekdar li Sûriyê pêk anîn.

Wezîrê Berevaniyê Lloyd Austin di daxuyaniyekê de got “Li ser fermanên Serok Biden, min desthilat da fermandariya navendî ya hêzên Amerîkî îşev wê li rojhilatê Sûriyeyê li dijî baregehên ku komên girêdayî Hêzên Pasdarên Îranê bikar tînin êrîşeke berfireh pêk bînin.”

Wezîrê Berevaniya Amerîkayê ragihand “Êrîş bersiva êrîşa îro û zincîre êrîşên vê dawiyê yên li ser hêzên hevpeyman li Sûriyê ji aliyê komên girêdayî Pasdarên Şoreşa Îranê ve ye.”

Li gorî Wezareta Berevaniya Amerîkayê, armanca êrişê parastina hêzên Amerîkayê li herêmê ye û dibêje “Wek ku Serok Biden eşkere kir, em ê hemî tedbîrên pêwîst ji bo parastina gelê xwe bistînin û herwiha li cih û demeke ku em bi xwe destnîşan dikin bersivan bidin.”

Herwiha derbarê rewşa serbazên birîndar de Wezareta Berevaniya Amerîkayê da zanîn ku du serbaz li cihê bûyerê hatine dermankirin lê sê serbazên din û belênderê birîndar ji ber ku bi giranî birîndar bûne ji bo bingekeheke tendirûstî ya li Iraqê hatine veguhestin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 531 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:54:08