Amerîka: 'Hêzên me wê li Sûriyê bimînin'

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka James Mattis di konferanseke rojnamevanî de da zanîn, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê ji Sûriye û Iraqê dernakeve, heta ku encamên danûstandina Cenevê diyar nebin.
14.11.2017, Sal - 08:29
Amerîka: 'Hêzên me wê li Sûriyê bimînin'
Nuçe Belav bike

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka James Mattis ragihand, ew ji Sûriyê dernakevin, heta ku danûstandinên Cenevê biser nekevin jî dê li Sûriyê bimînin.

"Em ê benda hevdîtinên Cinêvê bin"

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka James Mattis di konferanseke rojnamevanî de da zanîn, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ji Sûriye û Iraqê dernakeve, heta ku encamên danûstandina Cenevê diyar nebin.

Mattis amaje bi wê kir, nabe tenê bi hizr û rêyên leşkerî ji bo çareserkirina krîza Sûriyê hebin, pêwîste bi awayekî diplomatîk û aştiyane pirsgirêk bêne çareserkirin.

Roja 11 Mijdarê, Amerîka û Rûsya di daxuyaniyekê de ragihandin, ku Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Rûsya Vladimir Putin li Vietnamê li hev kirin, ku krîza Sûriyê bi rêyên diplomatîk bên çareserkirin. Herwiha hêzên her du welatan jî li Sûriyê bimînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1578 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:10:41