Wezareta Parastinê ya Amerîkayê li mijarê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev bombebaran bersivek e ji bo grûpên ku Îran piştgiriya wan dike ku baregehên Amerîkayê yên li Sûriye û Îraqê dikin armanc.
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin roja çarşemê got ku bi fermana rasterast a Serokê Amerîkayê Joe Biden, baregehên grûpên çekdar ên girêdayî Pasdarên Îranê ji aliyê balafirên Amerîkî ve hatine armancgirtin.
Austin got “Êriş ji aliyê du balafirên F-15 ve li dijî depoyeke çekan weki tedbîra xweparastinê hat kirin.”
Wezîrê Parastinê anî ziman, “Ji bo Serok tiştek ji ewlehiya leşkerên Amerîkî girîngtir nîne û fermana êrişa îro peyamek eşkere ye ku Amerîka dê xwe, hêz û berjewendiyên xwe biparêze.”
Herwiha Austin di daxuyaniyê de got, “Amerîka bi temamî amade ye ku gavên din ji bo parastina hêz û baregehên xwe bavêje.”