Baregeheke Amerîkî li Dêrazorê bi 10 mûşekan hate armanckirin

Baregeheke Amerîkî li Dêrazorê bi bêtirî 10 mûşekan hat armanckirin û hêzên Amerîkî jî bersiva wan dan.
27.07.2024, Cts - 10:54
Baregeheke Amerîkî li Dêrazorê bi 10 mûşekan hate armanckirin
Nuçe Belav bike

Rewangeha Sûr bo Mafên Mirovan belav kir, Baregeha leşkerî ya Amerîkayê li kêlgeha gazê ya “Konîko” şeva borî careke din hate armanckirin.

Diyar kir jî, baregeha Amerîkî bi zêdeyî 10 mûşekan ji deverên di bin kontirola hêzên rejîmê û milîsên Îranê de hat armanckirin.

Da zanîn jî, hêzên Amerîkî bi topên giran deverên di bin kontrola hêzên rêjîmê û milîsên Îranî de armanc kirin. Herwiha firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî jî li asmanê deverê firiyan.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, Di nava 24 demjimêran de ev cara duyemîn e ku baregeha leşkerî ya li kêlgeha Konîko tê armanckirin.

Dîyar kir jî, ji 19ê Cotmeha 2023an ve, 132 êrîş ji aliyê milîsên ser bi Îranê ve li ser baregehên Amerîkî yêmn di nava Sûriyeyê de tên kirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 312 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:08:01