Beriya destpêkirina şerê Dêrezor'ê 1500 çekdarên Nuxba tevlî QSD'ê dibin

Hezar û 500 çekdarên ji Hêzên Nuxbe ji wê hêzên cuda bûn û tevlî Quwetên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bûn.
26.08.2017, Cts - 10:37
Beriya destpêkirina şerê Dêrezor'ê 1500 çekdarên Nuxba tevlî QSD'ê dibin
Nuçe Belav bike

Heft tabûr ji xelkê Dêrezorê ku cihê wan di nava Hêzên Nuxba yên ser bi Serokê “Teyar El-Xed” a Ehmed Cerba ve bûn, di daxuyanyekê de ragihandin, ku ew ji Hêzên Nuxba cuda bûne û tevlî QSDê bûne.

Amaje bi wê jî kirin, ku sedema cudabûna wan ji Artêşa Azad a opozîsyona Sûriyê ew e, ji armanca şoreşa Sûriyê derketiye.

Ew heft ketîbe ji herdu êlên Begara û Şiêtat in û li gor daxuyaniya wan, ew tevî çekê xwe tevlî QSDê bûne û hejmara wan hezar û 500 çekdar in û ew ê di gel HSDê dest bi operasyona kontrolkirina Dêrezorê jî bikin.

Hêzên Nuxbe ser bi Serokê “Teyar El-Xed” a Ehmed Cerba ne, bi awayekî cuda beşdarî operasyona kontrolkirina bajarê Reqayê bûbûn.

Berî niha Hêzên Nuxba bi sedema pêwendIyên wan ligel QSDê 40 endamên xwe ji erkê wan dûr xistibûn.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 1417 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:54:07