Beşar Caferî: Turkiye hevpeymannameyên şanenav kiribû binpê dike

Caferî, rapora hevpar a sê dewletên garantor ên Astana û Soçiyê Îran, Rûsya û Turkiyeyê nirxand. Caferî ; “Mixabin Turkiye, hevpaymaniyên li Astana şanenav kirine îhlal dike.”
03.08.2018, Cum - 11:14
Beşar Caferî: Turkiye hevpeymannameyên şanenav kiribû binpê dike
Nuçe Belav bike

Caferî, Turkiye bi operasyonên leşkeri yên herema Efrînê, bi hezaran hemwelatiyên Sûriyeyiyan koçber kiriye û li Cerablûsê cihê ku dagir kiriye, sîtya sanayiye ava kiriye, got.

Caferî diyar kir ku sepanên Turkiyeyê û yên Îsraîl’ê ku li Girên Golan bikartîne heman in. Di berdewamiya daxuyaniya xwe de Caferî, dagirkirinên wiha, di kurtedekê de bidawî dibin. Rêveberiya Turkiyeyê, ne li gor hevpeymanên Astana tevdigerin, berevajiyê hevpeymaniyê çekên giran dikişînin heremên bêşer, got.

Li ser lihevkirina Soçî û Astana ya navbera Rûsya, Îran û Turkiyeyê de, Turkiye li Îdlîbê 15 nêrîngehên çavdêrîkirinê karibiye ava bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1243 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:38:58