Beşar Esed biryarnameya efûya giştî îmze kir

Serokê Sûriyê Beşar Esed biryarnameya efûya giştî ji bo tawanên ku berî 21ê Berfanbara 2022an hatine kirin, îmze kir.
22.12.2022, Per - 06:16
Beşar Esed biryarnameya efûya giştî îmze kir
Nuçe Belav bike

Hat diyarkirin ku ev biryarname ji bo kesên ku ji leşkeriya neçar reviyane hatiye derxistin.

Hat ragihandin ku kesên ji leşkeriya neçar reviyane heger di nava 3 mehan de kesên li Sûriyê û yên li derveyî welat jî di nava 4 mehan de xwe radest bikin dê neyên girtin.

Ragihandina efûya giştî ji bo vegera Sûriyên ku koç kirine, weke gaveke girîng tê dîtin.

Li aliyê din Wezîrê Navxwe yê Sûriyê Mihemed Xalid El Rehmûn jî diyar kir ku wezaretê hemû hêsankariyên pêwîst ji bo vegera kesên li derveyî welat dabîn dike.

Mihemed Xalid El Rehmûn bal kişand ku wezaret bi her belgeyeke piştrast bike ku ew welatiyên Sûriyê ne, destûrê dide ketina koçberan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 569 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:59:07