Beşar Esed: Divê Tirkiye ji xaka Sûriye derkeve

Serokê Sûriye Beşar Esed careka din aşkere kir ku Tirkiyê xaka Sûriyê dagir kiriye û divê Tirkiye ji Sûriyê derkeve û Rûsya jî piştevaniya Tirkiyê nake.
10.12.2019, Sal - 18:57
Beşar Esed: Divê Tirkiye ji xaka Sûriye derkeve
Nuçe Belav bike

Îro roja sêşemê 10-12-2019an Serokê Sûriye Beşar Esed di hevpeyvîna xwe ligel qenal a telewizyonî ya Italî Rai News 24 ra axivî û got: “Serweriya Sûriye, yekparçeyiya xak a Sûriye, bi dagîrkeriya Tirkiye ya hin deverên Sûriye di metirsiyê de ye. Tirkiye divê derkeve!”

Herwiha Esed destnîşankir, ku Tirkiye li Idlibê piştgiriya El Nusra dike, herweha li bakurê Sûriye xaka Sûriye dagîr kiriye. Ji aliyê siyasî ve, rewşa Sûriye tevlîhevtir dibe. Jiber ku welatên, destwerdanê dinav Sûriye de dikin zêde dibin. Krîz berferehtir dibe.

Di berdewamya axaftina xwe jî da Esed liser pêwendiyên Rûsya ligel Tirkiye jî axivî û ragihand ku Rûsya piştgiriya Tirkiye nake û jîn ev rastiyek e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1021 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:32:37