Beşar Esed helwesta xwe li ser civîna bi Erdogan re ragehand

Serokkomarê Sûriyeyê ragehand ku, ew ji bo hevdîtina bi Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Tayip Erdogan re amade ye, eger hat û ew civîn di berjewendiya her du aliyan de be.
16.07.2024, Sal - 10:46
Beşar Esed helwesta xwe li ser civîna bi Erdogan re ragehand
Nuçe Belav bike

Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esed duh di konferanseke rojnamevanî de li Dîmeşqê di çarçoveya birêveçûna piroseya dengdanê de li nav hilbijartinên perlemana welatê xwe ji rojnamevanan re ragehand ku, eger hevdîtina bi Erdogan re bigehe encamekî ku di berjewendiya her du welatan de be, hingê ew amade ye wê hevdîtinê bike.

Esed amaje jî da ku, arêşe di hevdîtina navbera wî û Erdogan de nîne belkî naverokê civîna wan giring e. Eger armanc jê çarekirina arêşeyên navbera her du welatan û baştirkirina peywendiyan û vegeriyana wan ji bo xwezaya xwe ya berê be, hingê em dipirsin çima ev 13 sal in ku arasteya peywendiyan ji rêya xwe ya xwezayî derkeftiye.”

Navbirî herwesa got, “Heta niha me ji çi berpirsekî Tirkiyeyî nebihîstiye ku behsa wê xalê bi awayekî vekirî kiribe”. Tekez jî kir, “Em ji bo her pêşengiyekê ji bo asayîkirina peywendiyan erênî ne û ev jî tiştekî asayî ye, ji ber ku çi kesek hizir di çêkirina arêşeyan bi cîranên xwe re nake, lê ev jî wê manayê nade ku em bê çi bingehek biçin.”

Serokkomarê Sûriyeyê ron jî kir, “Ji derveyî hevdîtina navbera her du serokan, bi awayekî giştî peywendiyên me û Tirkiyeyê berdewam hebûn û li ser astê ewlehiyê, hevdîtin hebûn bi rêya hin navbeynkaran û em jî di wî warî de erênî bûn.”

Esed di pareke din a gotinên xwe de ragehand, “Eger çi danûstandin li ser piştevaniya terorê û vekêşana ji ser axa Sûriyeyê nebe, hingê çi mana ji bo civîna bi Erdogan re nînin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 230 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:45:01