Biden: Min fermana operasyona li dijî grûpên ser bi Îranê da

Serokê Amerîkayê Joe Biden nameyek ji Seroka Encûmena Nûneran Nancy Pelosi re şand û ragihand ku êrîşa li bakurê Sûriyê li ser fermana wî hatiye encamdan û cihê grûpên ser bi Îranê kirine armanc.
26.08.2022, Cum - 09:31
Biden: Min fermana operasyona li dijî grûpên ser bi Îranê da
Nuçe Belav bike

Joe Biden di 25ê Tebaxa 2022yan de nameyek ji Seroka Encûmena Nûneran Nancy Pelosi re şand û got, “Bi fermana min, di 23ê Tebaxa 2022an de, Hêzên Amerîkayê hejmarek êrîş li ser xaleke li bakurê Sûriyê pêk anîn. Ew pêgeh ji aliyê grûpên milîs ên nêzîkî Supaya Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê ve dihat bikaranîn.”

Biden diyar kiriye: “Van grûpan di çend êrîşên dron, mûşek û hawanê de li ser karmendên serbazî û sengerên Amerîkayê yên li Sûriyê kirine, ji wan du êrîş li ser du Baregehên Amerîkayê yên li Tenef a Sûriyê, di 15ê Tebaxa 2022an de hat encamdan. Piştî rêze êrîşên grûpên milîs ên bi piştevaniya Îranê li Iraq û Sûriyê ne, di şeş mehên borî de, li dijî bingeh û hêzên me li Sûriyê hatin kirin jiyana karmendên Amerîkayê û Hevpeymanan xistin metirsiyê.”

Serokê Amerîkayê Joe Biden hişyarî da ku Amerîka amade ye gavên zêdetir biavêje ji bo bersivdana her gef û êrîşên din.

Artêşa Amerîkayê duh pêncşemê 25ê Tebaxê ragihandibû ku di nava 24 demjimêrên borî de li rojhilatê Sûriyê, çar çekdarên grûpên ser bi Îranê kuştine.

Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniyekê de ragihandibû, duh baregehên serbazî yên Conoco û Green Village ên Amerîkayê yên li bakurê rojhilatê Sûriyê hatine armanckirin û li hember wê, helîkopterên Amerîkayê pêgeheke ser bi grûpên çekdar ên alîgirên Îranê bombebaran kirine.

CENTCOM eşkere kiribû, di encama bersiva Amerîkayê de çar çekdar hatine kuştin û heft cihên avêtina mûşekan jî hatine wêrankirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 720 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:47:15