Biro: Şandeke Opozîsyona Sûriyê li Amerîkayê ye

Şandeke Opozisyona Sûriyê li Amerîkayê ye û dê bi rayedarên Wezareta Derve ya wî welatî û herwiha hejmarek endamên Kongrêsê re bicive.
26.04.2023, Çar - 05:51
Biro: Şandeke Opozîsyona Sûriyê li Amerîkayê ye
Nuçe Belav bike

Endamê wê şanda Opozisyona Sûriyê, Îbrahîm Biro ji Rûdawê re got, Serokê Desteya Danûstandinan a Opozisyonê Bedir Camûs, Serokê Îtaîlafê Salim Mislit û Fedwe Icîlî di nava şandê de cih digirin.

Biro ku duh Sêşemê daxuyanî da Rûdawê, diyar kir, şand dê îro bi Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîkayê Barbara Lîf re bicive, û di civînê de dê rewşa siyasî, ewlekarî û aborî ya Sûriyê gotûbêj bikin.

Bi gotina Îbrahîm Biro, piştre şanda wan dê bi hejmareke endamên Kongrêsê û navendên lêkolînan re jî hevdîtinan pêk bînin.

Serdana wê şanda Opozisyona Sûriyê bo Amerîkayê di demekê de ye ku têkildarî rewşa Sûriyê, civîna 4 alî ya di navbera Rûsya, Tirkiye, Sûriye û Îranê de duh li Moskowê hat sazkirin.

Li Moskowê wezîrên berevaniyê yên her çar dewletan li hev civiyan û rewşa Sûriyê û bi taybet asayîkirina peywendiyên navbera Tirkiyê-Sûriyê gotûbêj kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 368 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:00:05