CENTCOMê kuştina serkirdeyekî mezin ê DAIŞê li Sûriyeyê ragihand

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, wan serkirdeyekî mezin ê DAIŞê di êrişeke asmanî de li Sûriyeyê kuşt.
20.06.2024, Per - 10:02
CENTCOMê kuştina serkirdeyekî mezin ê DAIŞê li Sûriyeyê ragihand
Nuçe Belav bike

CENTCOMê di daxuyaniyekê de ragihand, wan roja Yekşemê operasyoneke asmanî li Sûriyeyê pêk anî û tê de karîn serkirdeyê mezin ê DAIŞ Usame Cemal Mihemed Îbrahîm Cenabî bikujin.

CENTCOMê amaje bi wê da, “Kuştina vî serkirdeyê DAIŞê, dibe sedema jikarketina şiyana DAIŞê ya peydakirina dahatê û pêkanîna êrîşên terorîstî.”

tekez kir jî, ew li gel hevpeyman û hevkarên xwe yên li navçeyê, dê berdewam bin li ser lêdana baregehên terorîstan, daku şiyana DAIŞê ya berdewamkirina êrîşên terorîstî lawaz bibe.

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê di beşeke din a daxuyaniya xwe de got: “Di êrîşê de ti sivîl birîndar nebûn û bi awayekî hûr armanca xwe pêk anîne.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 324 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:40:31