Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê Sûriyê de civiya

Encûmena Asayişa Navdewletî di derbarê rewşa Sûriyê de civiya. Ji aliyê xwe ve Nûnerê Taybet bi Dosyeya Sûriye ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Geir Pedersen ji endamên civatê re eşkere kir ku gelek astengî hene dibin rêgir li ber cîbicîkirina biryara 2254ê bo çareserkirina krîza wî welatî.
31.08.2022, Çar - 06:10
Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê Sûriyê de civiya
Nuçe Belav bike

Nûnerê Taybet bi Dosyeya Sûriye yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Geir Pedersen got "Wiha xuya dibe, em rûbirûyê astengiyên zêde dibin bo cîbicîkirina biryara 2254. Mixabin me aramiya kêm a herdû salên borî bidest nexist daku proseyê bi pêş ve bibin. Pêwîstiya me bi aramî û agirbestê heye. Ez dilgiran im ji wêya ku aloziya zêde bibe sedema herifandineke zêde, ji ber wê jî dê sivîl baceke zêde bidin."

Bi gotina Pedersen û berpirsên din ên Neteweyên Yekbûyî, nebûna baweriyê, rastgobûn û jihevketina zêde li nav Sûriyê û civaka navdewletî wiha kiriye ku krîza li wî welatî çareser nebe, hevdem dibin rêgir li ber cîbicînekirina biryarên navdewletî yên derbarê gihandina alîkariyan de bo nav Sûriye.

Alîkara Sekreterê Giştî yê UN bo Gihandina Alîkariyan Joyce Msuya dibêje "Di mehên bê de, wê Neteweyên Yekbûyî karên zêde bike bo asankirina cîbicîkirina biryara 2642. Lê ji bo pêkanîna vê yekê pêdiviya me bi piştîvaniya hemû aliyan heye. Pêwîstiya me bi pereyên zêde heye, daku alîkarî berdewam bigihin. Ez zêde dilgiran im derbarê wê zerarê de ku dê ji ber kêmbûna pereyan çêbibe."

Bi nerîna Nûnerê Daîmî yê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî tenê paşmayên şer nahêlin koçberên Sûrî vegerin malên xwe daku dest bi jiyaneke nû bikin.

Nûnerê Daîmî yê Sûriye li Neteweyên Yekbûyî Bessam Sebbax ragihand "Mînên vedayî û paşmayên şer ên ku grûpên terorîst li pey xwe hiştine, bûne metirsiyeke zêde li ser jiyana xelkê Sûriye ku nahêlin vegerin malên xwe, bi taybetî zarok. Jinavnebirina van mînan û paşmayên şer nahêlin Sûrî vegerin war, çewlîk, kar û dibistanên xwe, herwiha dibin rêgir li ber gihandina alîkariyên mirovî."

Krîz û şerê navxwe yê Sûriye di sala xwe ya 11demîn de berdewam e. Hikûmet û piştîvanên wê Rûsya, Îran û Çîn ne amade ne vê krîzê li gor biryara navdewletî 2254ê çarser bikin, li beramber opozisyon û piştîvanên wê Tirkiye, Amerîka û Yekîtiya Ewropayê pêdagir in li ser cîbicîkirina vê biryarê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 511 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:17:41