Erdhejekê bi hêza 5 pileyan Sûriye û Urdin hejandin

Erdhejekê şeva borî bi hêza 5 pileyan Sûriye û Urdin hejandin û şêniyên bakurê Libnanê jî hest pê kir.
13.08.2024, Sal - 10:12
Erdhejekê bi hêza 5 pileyan Sûriye û Urdin hejandin
Nuçe Belav bike

Malpera “emsc-csem”ê ku girêdayî çavdêrîkirina erdhejan e ragehand ku, hêza wê erdhejê li dû pîverên rêxterê 5.5 pile bû.

Wê malperê amaje jî da, navenda wê erdhejê bi dûriya 23 kîlometran li rojhilata bajarê Hemayê yê Sûriyeyê bû.

Rewangeha Erdhejzaniyê ya Urdinê jî ji aliyê xwe ve ragehand ku, erdhejek bi hêza 5.4 pileyên rêxterê li bakurê Sûriyeyê çê bû û ji aliyê şêniyên Urdinê ve hest pê hatiye kirin.

Medyaya Libnanê jî ji aliyê xwe ve parve kir ku, şêniyên deverên bakurê Libnanê jî ji ber tirsa her herifînekê rijiyan ser cadeyan.

 

Vî nûçeyê tevayî: 201 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:52:23