Êrîşa mûşekî ya Îsraîlê de li Sûriyê 3 leşker hatin kuştin

Li gorî ragihandina Dewleta Sûriî îro di êrîşên Îsraîlê de herî kêm 3 leşker li Sûriyê hatin kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûn.
15.08.2022, Pts - 05:39
Êrîşa mûşekî ya Îsraîlê de li Sûriyê 3 leşker hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Ajansa fermî ya Sûriyê (SANA) li ser zarê çavkaniyekî leşkerî ragihand, êrişa ku navçeyên cuda li Sûriyê kir armanc, bû sedema kuştina 3 leşkeran û birîndarbûna 3 leşkerên din.

Li gor heman çavkaniyê, êrîşên Îsraîlê bo ser parêzgeha Tertûsê û rêzeçiyayên Qelemûn li ser sînorê Sûriye-Lubnanê û herwiha gundewarê Şamê bûne û sîstema berevaniya esmanî ya Sûriyê bersiva êrîşan daye.

Çavkaniyekî leşkerî ji ajansa SANA re ragihandiye, “Îro danê êvarê saet derdora 20:50an, Îsraîla dijmin ji aliyê başûr rojhilatê Beyrûtê ve bi roketan êrîşeke hewayî pêk anî û hin xal li gundewarê Şamê kirin hedef.”

Heman çavkaniyê got, “Ev êrîş hevdem bû ligel êrîşeke din ji aliyê behrê ve û hin xal li başûrê parêzgeha Tertûsê kirin armanc û sîstema me ya berevaniya esmanî rûbirûyê mûşekên êrişkeran bû û hin ji wan xistin xwarê.”

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) îdia kir ku êrîşên asmanî yên îşev ku têde 3 serbaz hatine kuştin, çepereke leşkerî ya rejîma Beşar Esed li Şamê kir armanc, di heman demê de mûşekên ser Tartûsê cihên leşkerî yên "milîsên Îranê" kirin armanc.

SOHR ragihand, Êrîşên Îsraîlê cihên leşkerî yên hêzên rejîmê û milîsên Îranî li gundewarê başûrê Tertûsê kirin armanc, ku çend mûşek li derdora gundê Ebû Efsah ketin, û li baregeheke berevaniya hewayî û radarê li herêmê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 475 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:43:13