Esed ji bo fermanberên sivîl û leşkerî yên dewletê biryara alîkariyê derxist

Serokê Sûriyê Beşar Esed biyrar da ji bo fermanberên sivîl û leşkerî yên dewletê alîkariya darayî were dayîn.
11.04.2023, Sal - 11:58
Esed ji bo fermanberên sivîl û leşkerî yên dewletê biryara alîkariyê derxist
Nuçe Belav bike

Li gor Serokatiya Komara Sûriyê, Beşar Esed îro Sêşemê 11ê Nîsanê bi biryara hejmar 5 a sala 2023 biryar da ku 150,000 Lîreyên Sûrî (nêzîkî 20 Dolarên Amerîkî) alîkariya darayî pêşkêşî fermanberên dewletê were kirin.

Biryara Esed ji 6 bendan pêk tê û têde hatiye gotin, ku Wezîrê Darayî yê Sûriyê dê talîmatên taybet ên ji bo cîbicîkirina biryarê derxîne.

Di biryarê de hatiye gotin ku ew alîkariya darayî fermanberên dewletê yên sivîl û leşkerî û herwiha fermanberên xanenişîn (teqawît) ên leşkerî û sivîl jî li xwe digire, herwiha ew alîkarî ji bac û risûmatan hatiye efûkirin.

Serokatiya Komara Sûriyê destnîşan kiriye, ku biryar di rojnameya fermî ya dewletê de tê belavkirin û ji roja derketina biryarê ve tê cîbicîkirin.

Ji sala 2011an ve şerekî navxweyî li Sûriyê heye ku heta niha bi dawî nebûye û ji ber wî şerê demdirêj krîzeke mezin a aborî, darayî û mirovahî li wî welatî heye.

Li gor amarên herî dawî yên Neteweyên Yekbûyî, ji ber 12 sal şerê navxweyî yê li Sûriyê, zêdeyî sedî 90 ji niştecihên wî welatî di bin xeta hejariyê de dijîn.

Li gor wan amarên fermî, 12 milyon kes ji xelkên Sûriyê pêwîstiya wan bi alîkariyan heye û 3 milyon kes ji xelkê Sûriyê jî metirsiya birçîbûnê li ser wan heye û pêwîstiya wan bi alîkarariyên xwarinê yên bilez hene.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 642 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:03:52