Ger Amerîka ji Kurdan re çek neşîne jî wê du dewlet bişînin!

Lêkolînerê Rûsî Îgor Sûbûtînî di rojnameya Nezavisimaya Gazetayê de roja duşema borî nivîsek bi ser navê "Trumpî soz da Erdoganî ku dê çekan ji Kurdan bistîne" weşand û tê de destnîşan kir ku "Bakurê Sûriyeyê dikare piştgiriyê ji Erebistana Siûdî û Emîrtiyên Erebî yên Yekbûyî werbigire.
30.11.2017, Per - 13:09
Ger Amerîka ji Kurdan re çek neşîne jî wê du dewlet bişînin!
Nuçe Belav bike

Lêkolînerê Rûsî di nivîsa xwe de wiha nivîsî: "Tirkiye hêvî dike ku DYA soza xwe bîne cih û dest ji çekdana bo Yekîneyên kurdî berde. Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşogluyî jî ev got ku di dema axiftina telefonî ya navbera Serokkomarê(Tirkiyeyê) Recep Tayyip Erdogan û hevkarê wî yê amerîkî Donald Trumpî de jî ev soz hatiye dan lê pispor gumanan ji rastbûna şirovekirina Enereyê dikin. Ji ber hinek hene dibêjin, (hinek alî) hene ku çekan bidin kurdan. Heta eger DYA tine be jî."

Li gorî nûçeya ku RTyê daye, nivîskarî ji Gerînendeyê Navenda Lêkolînên Îslamî ya Peymangeha Geşedanên Nûjner Kîrîl Sîmonovî fikira wî pirsiye û yê dawî li ser niyetên Trumpî wiha axiviye: "Divê em fêm bikin ku mesele hîn tenê telefonek e û zehmet e ku mirov behsa encamên van sozên wiha derbarê kurdan de bike li gel ku hinek ji van daxuyaniyan ne li gorî dijwariyên siberojê ne jî. Şerê li dijî DAIŞê ber bi dawî ve tê, nexwe ti wateya çekdarkirina kurdan tine ji ber wan peywira xwe bi dawî kir û çekên wan hene ji bo armancên xwe pêk bînin. Ji xwe ne giring e ku daxuyaniya Trumpî bi temamî piştgiriya amerîkî (bo kurdan) red dike, nexasim ku nûnerên Pentagonê berî niha jî teqez kiribû ku dê li nav axa xwe ya li Kurdistana Sûriyeyê bimînin. Heta ku baregehên leşkerî li wir bin, pêwîstiya kurdan bi çekên amerîkî tine."

Sîmonovî di nivîsa xwe de wiha dewam kir: Gava şerê DAIŞê bi dawî bibe, dibe hinek kanalên din ên şandina(çekan) ên din hebin. Helbet (ew) dê li derveyî hevpeymanê bin. Ev hemû jî girêdayî têkçûna têkiliyên bi Tirkiyeyê ve girêdayî ne. Berî demekê Wezîrê Siûdî serdana Reqatê kir û Dewleta Mîtîtiyê Erebî eşkere piştgirî da serxwebûna Kurdistanê Iraqê û dikarin xebatên xwe ji bo piştgiriya hêzên kurdî dewam bikin. Herwiha eger mirov li nakokiyên navbera Erebistana Siûdî Tirkiyeyê de li ser Qeterê binere, êdî mihwera Enqere, Tehran û Dewhayê eşkere ye."

sputnîk
Vî nûçeyê tevayî: 2412 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:37:49