Hemas têkiliyên xwe bi Sûriyê re asayî dike

Piştî zêdetir ji 10 salan ji birrîna pêwendiyan, careke din Tevgera Hemas a Filistînê pêwendiyên xwe ligel Şamê asayî dike.
21.10.2022, Cum - 15:03
Hemas têkiliyên xwe bi Sûriyê re asayî dike
Nuçe Belav bike

Ji bo normalkirina wan têkiliyan, pêr Çarşembê 19ê Cotmeha 2022an şandeke Hemasê bi serokatiya serokê ofîsa pêwendiyên erebî û îslamî ya Tevgera Hemasê, Xelîl El-Heyye serdana Sûriyê kir û bi Serokkomarê Sûriyê Beşar Esed re hevdîtin pêk anî.

Serokê Ofîsa Pêwendiyên Erebî û Îslamî ya Tevgera Hemasê, Xelîl El-Heyye ragihand, “Şanda aliyên Filistînî hevdîtin ligel serok Beşar Esed pêk anî. Di vê hevdîtinê de, ku em wê dibînin hevdîtineke dîrokî ye, û destpêkirineke nû ye, û nû dibe ji bo karê Filistînî –Sûrî yê hevbeş, li jêr sîbera himbêzkirin Sûriyê ji gelê Filistînê re, Sûriyeya ku em şanaziyê pê dikin, Sûriyeya ku gelê Filistînê himbêz kir, û tiştê jê re pêşkêş kir, ti dewleteke din jê re pêşkêş nekiriye. Sûriye bi gelê xwe, bi serkirdayetiya xwe bi pêkhateyên xwe ji bo gelê Filistînê himbêz bûn û piştgir bûn ji berxwedanê re.”

Şanda aliyên Filistînî ragihand ku ew ligel Serokê Sûriyê ne, û ber bi paşerojê ve diçin û dema bihorî li pey xwe dihêlin.

Rayedarê Hemasê Xelîl El-Heyye herwiha got, “Ev hevdîtin, bersiveke asayî ye ji hêzên berxwedana gelê me, û di dilê Sûriyê de û di cenabê serokê Sûriyê de, ji bo em ji dagîrkariyê re û ji projeyên ziyonîst û Amerîkî re, ku doza Filistînê dikin armanc, bibêjin ku ev bersiva asayî ye li ser van hemû projeyan.”

Tevgera Hemas ku, Kerta Xezzeyê birêve dibe, berê yek ji hevpeymanên Filistînî yên bihêz ligel Şamê bû. Lê piştî destpêbûna krîza Sûriyê di Sibata 2012an de pêwendiyên Tevgera Hemas û hikûmeta Sûriyê aloz bûn û hatin birrîn, ew jî piştî ku Tevgera Hemasê derbarê serkutkirina xwepêşandanên Sûriyê de rexne li hikûmeta Sûriyê kir.

Serokatiya Sûriyê jî ragihandiye ku Beşar Esed pêşwazî li şanda berpirsên aliyên Filistînî kiriye û derbarê encamên danûstandinên lihevhatinê yên aliyên Filistînî de gotûbêj hat kirin.

Roja Pêncşemê 13ê vê mehê aliyên Filistînî, li Cezayirê lihev kiribûn ku di dema salekê de hilbijartinên parlamentoyê û serokayetiyê bêne kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 710 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:12:49