Hevpeymaniya Navdewletî: Em dê li Sûriyê bimînin

Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serkirdatiya Amerîkayê ragihand, hêzên wan dê li Sûriyê bimînin heta ku pêşkevtineke berçav di danûstandinên Cinêvê de çê bibin.
21.12.2017, Per - 05:59
Hevpeymaniya Navdewletî: Em dê li Sûriyê bimînin
Nuçe Belav bike

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Ryan Dillon, di konferanseke rojnamevani de ragihand, ku ew dê li Sûriyê bimînin, heta ku pêşkevtinek di proseya siyasî de li Cinevê çê bibe.

Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê, li ser daxwaza Hikûmeta Iraqê kar dike, lê li Sûriyê operasyonên wê bi bê razîbûna hikûmeta wî welatî ne.

Navenda Lihevhatinê ya hêzên Rûsya li Binkeya Esmanî ya Himêmîmê li Sûriyê hefteya derbasbûyî ragihandibû, ku Amerîka hewl dide artêşeke Sûrî ya nû ji grûpên tundrew di kampekê de li nêzîkî bajarê Hesekê ava bike.

Navenda Lihevhatinê ya Rûsyayê dabû xuyakirin, armanca Amerîkayê ji pêkanîna wê hêza nû ew e ku rejîma Sûriyê hilweşîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1378 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:37:11