Hevpeymanya Navdewletî planeke nû li Sûriyê cîbicî dike

Artêşa Sûriyeya Azad, ku dijberî hikûmeta Sûriyê ye lê ne beşek e ji Artêşa Niştimanî ya Sûrî ku ser bi Tirkiyê ye. Ew hêz li devera bi navê “Navçeya 55” a li rojhilatê Sûriyê, cih digire.
08.06.2023, Per - 05:55
Hevpeymanya Navdewletî planeke nû li Sûriyê cîbicî dike
Nuçe Belav bike

Fermandarekî wê artêşê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, Hevpeymaniya Navdewletî hewlên ciddî dide ji bo pêkanîna hevahengiyê di navbera wan û HSDê de pêk bîne.

Li wê navçeyê, Artêşa Sûriyeya Azad, hevpeymana hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ye û ji aliyê wan ve tê rahênankirin û biçekirin.

Fermandarekî ji Artêşa Sûriyeya Azad got “Em ligel hevbeşên xwe yên Hevpeymaniya Navdewletî kar dikin, ji bo ewlehî, aramî û parastina Navçeya 55.”

Bi gotina fermandarê Artêşa Sûriyeya Azad, armanca hevahengiya di navbera wan û Hevpeymaniya Navdewletî û HSDê de, ew e ku, rê li ber gihandina alîkariyên Îranê ji bo grûpên çekdar li Sûriyê û Lubnanê bigire.

Çekdarê Artêşa Sûriyeya Azad Ehmed El-Mihemed got “Ez ji Artêşa Sûriyeya Azad im û şanaziyê dikim ku ji vê artêşê me. Em û hevbeşên xwe yên Hevpeymaniya Navdewletî kar dikin, ji bo ewlehî û aramiya navçeya 55, û peyamekê arasteyî xelkên sivîl li Navçeya 55 dikim ku, em li vê derê ne, ji bo parastina we û seqamgîriya navçeyê.”

Artêşa Sûriyeya Azad, li devera naskirî bi (Navçeya 55) a li sêgoşeya hêla sînorî ya navbera Sûriye, Iraq û Urdinê ye, bi dirêjiya 160 kîlometreyan. Ew navçe Binkeya Tenef a Hevpeymaniya Navdewletî, li xwe digire.

Rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 394 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:55:57