Hêzên Amerîkayê li Rojava 3 balafirên bêmirov xistin xwarê

Hate hînbûn ku hêzên Amerîkayê roja Şemiyê 3 balafirên bêmirov li baregeha leşkerî ya El-Tanf a li başûrê rojhilatê Sûriyeyê xistine xwarê.
23.06.2024, Paz - 11:42
Hêzên Amerîkayê li Rojava 3 balafirên bêmirov xistin xwarê
Nuçe Belav bike

Hat zanîn ku hêzên Amerîkî roja Şemîyê sê firokeyên bêfirokevan li baregeha leşkerî ya El-Tanf li başûrê rojhilatê Sûrîyê xistine xwarê.

Operasyon bi du êrîşên cuda pêk hat. Yek ji balafirên bêmirov roja Şemiyê piştî nîvro û du jî danê êvarê hatin xistin.

Hat ragihandin ku balafirên bêmirov bi armanca ku li baregeha leşkerî ya Al-Tanf li hêzên Amerîkî bixin, lê beriya ku bigihêjin armancên xwe ji aliyê Hêza Hewayî ya Amerîkayê ve hatin xistin.

Bergeha leşkerî ya El-Tanf li başûrê rojhilatê Sûriyê, ku li nêzîkî sînorê Iraq û Urdunê ye, ji aliyê Hevpeymaniya Cîhanî ya bi serokatiya Amerîka di çarçoveya şerê li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de hatiye avakirin.

Ji aliyeke din ve, heta niha ti girûpê berpirsyariya êrîşan negirtiye ser xwe.

Êrîş piştî ku balafirên bêfirokevan ên nenas şeva Înê cihên girêdayî Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) li parêzgeha Dêrezorê li rojhilatê Sûriyê kirin armanc.

Vî nûçeyê tevayî: 336 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:08:04