Hêzên hikûmeta Sûriyê gundek li rojhilatê Idlibê topbaran kirin
Hêzên hikûmeta Sûriyê şeva bihorî gundek li rojhilatê bajarê Idlibê topbaran kirin.
28.02.2023, Sal - 06:57
Li gor çavkaniyên xwecihî, hêzên hikûmeta Sûriyê gundê Afes li rojhilatê bajarê Idlibê li bakurê rojavayê Sûriyê bi topxaneyê kirin armanc.
Gundê Afes li ser xêza rûbirûbûna hêzên hikûmeta Sûriyê û çekdarên opozisyona Sûriyê û Desteya Tehrîr el-Şam e û tenê 3 kîlometreyan dikeve bakurê rêya M4.
Heta niha ti zanyarî derbarê zerar û ziyanên topbaranê de nehatine eşkerekirin.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 355 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:31:53