HSD, xwe ji şerê DAIŞê re amade dike
Jêderekî serbazî ji ajanseke nêzîkî Opozisyona Sûryê re ragihand, Hêzên Sûrya Demoqrat, ku Hevpeymaniya Navdewletî piştevaniya wan dike, xwe amade dikin, daku li bajarokên Hecîn û Şef'e û Sûse li başûrê rojhilatê Dêra Zorê, dest bi operasyonekê li dijî çekdarên DAIŞê bikin.
10.08.2018, Cum - 09:48
Wî jêderî diyar kir, ku armanca operasyonê, bitemamî derxistina wan bajarokan ji destê çekdarên DAIŞê ye.
Heman jêderî got: Ev operasyonê piştî wê yekê tê, ku çekdarên DAIŞê herdu gundên Teyyane û Bîr El-Milih li rojhilatê Dêra Zorê kontrol kirin.
Di 1ê Gulana derbasbûyî de, HSD dest bi qunaxa dawî ya operasyona Bahoza Cezîrê kir, daku tevahiya navçe û deverên rojhilatê Dêra Zorê ku di destê DAIŞê de mane, kontrol bike.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1285 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:08:21