Îsraîlê li Sûriyê da – Gelek serbazên Sûrî û Îranî hatin kuştin

Medyayên fermî yên Îran û Sûriyê ragehandine, nîvê şeva borî derdora Şama paytexta Sûriyê ji aliyê Îsraîl ve hat mûşekbarankirin.
27.04.2022, Çar - 08:13
Îsraîlê li Sûriyê da – Gelek serbazên Sûrî û Îranî hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Îsraîlê baregehên hêzên Îranî yên li derdora Şama paytexta Sûriyê da ber mûşekan, gelek kuştî û birîndar hene.

Medyayên fermî yên Îran û Sûriyê ragehandine, nîvê şeva borî derdora Şama paytexta Sûriyê ji aliyê Îsraîl ve hat mûşekbarankirin.

Saziya çavdêriya mafên mirov li Sûriyê (SOHR) ragehandiye, ew cihê ku hatiye mûşekbarankirin, baregehên hêzên alîgirên Îranê bûne û di wê êrişê de herî 9 serbaz hatine kuştin ku 5 kes ji wan Sûrî û yên din jî Îranê ne û 8 serbaz jî birîndar bûne.

SOHR daye zanîn jî, herî kêm 12 mûşek li wan deveran ketine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1117 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:46:02