Lı Babê 3 leşkeran Tirk jiyana xwe ji dest da

Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) bi daxuyaniyekê aşkere kirin ku di dema şerê li Babê û derdora wê de ji 3 leşkerên tirk jiyana xwe ji dest dan. Li gorî heman daxuyaniyê yek jê bi giranî 11 leşker jî birîndar bûn.
21.12.2016, Çar - 09:20
Lı Babê 3 leşkeran Tirk jiyana xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Hat ragihandin ku di Operasyona Mertalê Firatê de 6 leşkerên artêşa Hêza Çekdar a Tirkiyeyê li herêma El Babê ya Sûriyeyê ji ber sedemeke ne diyar birîndar bûn. Leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewlet a Kilisê.

Di Operasyona Mertalê Firatê ku ji terefê Hêza Çekdar a Tirkiyeyê ve ev 120 roj in piştgiriyê dide Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) û li bakurê Suriyeyê didome de 6 leşker tirk ji ber sedemeke ne diyar birîndar bûn. Leşkerên birîndar bi wesayîtan birin xeta sînor û ji wir jî bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kilisê.

Li gorî zanyariyan rewşa leşkerên birîndar baş e. Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) bi daxuyaniyekê aşkere kirin ku di dema şerê li Babê û derdora wê de ji 3 leşkerên tirk jiyana xwe ji dest dan. Li gorî heman daxuyaniyê yek jê bi giranî 11 leşker jî birîndar bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2377 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:56:16