Li bakurê Dêrezorê teqîn; 5 çekdarên Sûrî yên Hizbullahê hatin kuştin

Li bakurê Dêrezorê mînek bi otomobîleke serbazî ya Hizbullaha Lubnanî de teqiya û 5 çekdarên Sûrî yên ser bi wê hêzê ve hatin kuştin.
20.06.2023, Sal - 07:10
Li bakurê Dêrezorê teqîn; 5 çekdarên Sûrî yên Hizbullahê hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Li gor çavkaniyên xwecihî, roja Duşemê 19ê Hezîrana 2023an li gundê el-Bixêliye li bakurê bajarê Dêrezorê, mînek bi otomobîleke serbazî ya Hizbullaha Lubnanî de teqiyaye.

Di teqînê de, 5 çekdarên Sûrî ku di nav hêzên Hizbullahê de kar dikin hatine kuştin.

Heta niha ti aliyan ew êrîşa bo ser hêzên Hizbullahê li xwe negirtiye.

Ji ber şerê navxwe yê li Sûriyê, hêzên Hizbullah a Lubnanê jî ji bo piştgiriya hikûmeta navendî ya Sûriyê û Beşar Esed derbasî nav axa Sûriyê bûne û li gelek navçeyan bicih bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 946 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:06:11