Li Dêrazorê 4 kes ji ber bahoza tozê canê xwe ji dest dan

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, pêleke tozbarînê ya tund bi ser parêzgeha Dêrazorê de girtiye û gelek haletên bihntengiyê gihîştine nexweşxaneyan. Her wiha heya naha 4 kesan jiber tozbvarînê canê xwe ji dest dane.
16.05.2022, Pts - 08:40
Li Dêrazorê 4 kes ji ber bahoza tozê canê xwe ji dest dan
Nuçe Belav bike

Pêleka tozbarînê piraniya navçeyên beyabana Sûriyê girtiye û li Dêrazorê ji ber bahoza tund a tozbarînê, 4 kesan canê xwe ji dest dan.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, pêleke tozbarînê ya tund bi ser parêzgeha Dêrazorê de girtiye û gelek haletên bihntengiyê gihîştine nexweşxaneyan.

Da zanîn jî, heta niha 2 kesan ji ber bihntengiyê canê xwe ji dest dane û kesek û kurê wî jî di encama ketina dîwarekî bi ser wan de canê xwe ji dest dane.

Rewangehê ragihand, ji ber tundiya bahoza tozê, dar şikestine, elektirîk hatiye birîn û asta dîtinê gelekî kêm bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 605 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:02:25