Li Helebê serbazekî Sûrî hat kuştin

Li gor Rewangeha Mafên Mirovan a Sûrîyê, roja 7ê Îlonê li eniya şer a Acil li rojavayê Helebê, serbazekî artêşa Sûrî ji aliyê nîşangirekî Desteya Tehrîr el Şam ve hat kuştin.
08.09.2022, Per - 06:08
Li Helebê serbazekî Sûrî hat kuştin
Nuçe Belav bike

Li eniya şer a Acil li rojavayê Helebê, leşkerekî artêşa Sûrî ji aliyê nîşangirekî Desteya Tehrîr el Şamê ve hat kuştin.

Li gor ragihandina rewangehê, roja 7ê Îlonê li eniya şer a Acil li rojavayê Helebê, serbazekî artêşa Sûrî ji aliyê nîşangirekî Desteya Tehrîr el Şam ve hat kuştin, ji aliyê xwe ve hêzên hikûmetê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiye li çeperên Fitîre, Sifohin û Bare li çiyayê Zawiye li başûrê Idlibê topbaran kirin.

Piştre şerekî giran di navbera grûpên çekdar û hêzên hikûmetê de li heman eniyan û li Deşta Xabê li bakurê rojavayê Hemayê derket li gel firrîna helîkopterên Rûsya li asmanê navçeyê.

6ê Îlûnê jî, grûpên çekdar li Deşta Xabê li bakurê rojavayê Hemayê pêgehên hêzên hikûmetê kiribûn armanc.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 503 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:05:05