Li Şamê di encama teqîna bombeyekî bi otobûsekî de 18 leşker hatin kuştin

Li gundên derdora Şamê di encama teqîna bombeyeke vedayî ya bi otobuseke leşkerî de, 18 leşkerên Rejîma Sûriyê hatin kuştin û 27 leşker jî birîndar bûn.
13.10.2022, Per - 14:17
Li Şamê di encama teqîna bombeyekî bi otobûsekî de 18 leşker hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Ajansa fermi ya Sûrî “SANA” belav kir, îro 13.10.2022yê danê sibê bombeyeke vedayî bi otobuseke leşkerî li gundên derdora Şamê teqiya û di encamê de 18 leşker hatin kuştin û 27 leşker jî birîndar bûn.

Heta dema ku ev nûçe hatiye nivîsandin, ti aliyekî berpirsyariya xwe di vê teqînê de ranegihandiye û medyaya hikûmeta Sûriyê tenê gotiye “teqîneke terorîstî” ye.

Hin medyayên xwecihî yên Sûriyê belav kirin, otobusa armanckirî ya "Firqeya Çaran" a hêzên artêşa Sûriyê ye û teqîn li ser riya Sebûre – Şam hatiye kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 425 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:42:08