Li Şamê teqînek çêbû

Li Şam a paytexta Sûriyê teqînek çêbû. Medyaya fermî ya hikûmeta Sûriyê dibêje, bombeyek bi otomobîlekê ve teqiyaye, lê ti zirarên canî nebûne. Heya niha ti aliyekî berpirsyariya teqînê li xwe negirtiye.
03.04.2023, Pts - 11:45
Li Şamê teqînek çêbû
Nuçe Belav bike

Medyaya fermî ya hikûmeta Sûriyê duh Yekşemê ragihand, derengê şevê li Taxa Mezzê ya bajarê Şamê otomobîleke bombekirî teqiya.

Polîsê Sûriyê ragihandiye, bombeyek di nava otomobîleke sivîl de teqiyaye û di encam de agir bi otomobîlê ketiye, lê ti zirarên canî çênebûne.

Wezareta Navxwe ya Sûriyê jî belav kir, bombeyek bi otomobîleke ji corê Pîkabê ve teqiyaye û du kes bi awayekî sivîk birîndar bûne.

Wezareta herwiha daye xuyakirin, lêkolîn derbarê bûyerê de berdewam e.

Heta niha ti aliyekî berpirsyariya teqînê li xwe negirtiye, herwiha nehatiye zanîn, armanca teqînê kê bûye.

Ajansa France Press a Fransî (AFP) ragihandiye, teqîn li navçeyekê çêbûye ku ofîsa Neteweyên Yekbûyî û hejmarek valyozxane û xwaringeh lê hene.

Roja 27ê Sibata îsal de jî otomobîleke din li Şamê teqiyabû û di encamê de kese hatibû kuştin.

Teqîna li Şamê di demekê de ye, ku di nava heftiyekê de Îsraîlê 3 êrîşên mezin ên esmanî di nav axa Sûriyê de pêk anîn, ku du ji wan êrîşan li derdora Şamê û ya din jî li parêzgeha Humsê bû.

Di encama êrîşên bo ser Şamê de, du şêwirmendên leşkerî yên Supaya Pasdarên Îranê hatin kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 701 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:50:15