Li Sûriyê bi roketan êrîşî leşkerên Amerîkayê kirin û Amerîkayê bi helîkopteran bersiv da êrîşan

Şeva bihorî di encama du êrişên mûşekî de 3 leşkerên Amerîkî yên li bakur rojhilatê Sûriyê û navçeya di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de birîndar bûn. Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) jî ragihand ku êrîşan bargehên leşkerên Amerîkayê yên li herêmê kirine hedef û piştrst kir ku 3 leşker birîndar bûne
25.08.2022, Per - 06:56
Li Sûriyê bi roketan êrîşî leşkerên Amerîkayê kirin û Amerîkayê bi helîkopteran bersiv da êrîşan
Nuçe Belav bike

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniyekê de ragihandiye ku hêzên Amerîkayê bi helîkopterên Apache bi çend êrîşên asmanî bersiva wan êrîşan dane û sê otomobîl û alavên ku ji bo avêtina hin roketan dihatin bikaranîn têk birine.

Li gor daxuyaniyê, nirxandina destpêkê amaje bi wê yekê dike ku du yan sê çekdar ku ji aliyê Îranê ve piştevaniya wan tê kirin, hatine kuştin.

CENTCOM dibêje, hêzên Amerîkayê di bersiva êrîşên mûşekî de du bingehên grûpên çekdar kirine armanc û li gor zanyariyên destpêkê jî çekdarên “kuştî ser bi grûpên nêzîkî Îranê ne”.

Êrîşên mûşekî li dijî qadên gazê yên Heql el-Omer û Kuniko û gundê Kesk ên li bakurê rojhilatê Sûriyê hatin kirin.

Êrîş demjimêr 19.20 xulek bi dema Sûriyê hatiye encamdan, dema ku çend mûşek li cihê piştevaniya erkê hêzên Amerîkayê li Konîko li Bakurê Rojhilatê Sûriyê ketine xwarê, piştî demeke kurt mûşekeke din li cihekî vala li gundê Kesk ketiye xwarê.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye, di êrîşa grûpên çekdar de 3 serbazên Amerîkî bi sivikî birîdnar bûne, ku yek ji wan birîna wî sivik bûye û hatiye dermankirin û vegeriyaye ser erkê xwe, du kesên din jî tên dermankirin.

Fermandarê CENTCOMê General Michael Erik Kurilla di daxuyaniyê de dibêje, “Em rewşê ji nêz ve dişopînin. Ji bo sivikkirina metirsiyên li herêmê, şiyanên me yên tam hene. Em bi tevahî bi hêza xwe ya parastina hêzên xwe û hevkarên Hevpeymaniyê ji êrîşan bawer in.”

General Kurilla herwiha dibêje, ew li alozkirina rewşê û şer nagerin, lê hemû rêkaran ji bo parastina serbaz û hevbeşên xwe digirine ber.

Di Sêşembî 23ê Tebaxê de jî artêşa Amerîkayê êrîşeke esmanî bo ser grûpên çekdarên ser bi Îranê li Sûriyê pêk anîbû. Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê derbarê wê êrîşê de ragihandibû, êrîş ji bo berevanîkirin û parastina hêzên xwe ji êrîşên wan grûpan bûye.

Lê belê roja Çarşembê 24ê Tebaxê Îranê ragihand, ti têkiliya Îranê bi wan grûpan re nîne ku Amerîkayê li Dêrezorê êrîşî ser wan kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 552 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:04:21