Li gorî zanyariyên piştî teqînê yekser, hêzên ewlehiyê yên ser bi grûpên çekdar ên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê yên nêzîkî Tirkiyeyê dest bi hareketê kirin.
Li gorî çavkaniyên di hefteyekê de 3 teqîn li wan herêmên di bin kontrola Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê de pêk tên.
27ê Kanûna Pêşîn a 2024an, li hemberî Mizgefta Mezin li navenda bajarê Minbicê otomobîleke bombebarkirî hat teqandin.
24ê Kanûna Pêşîn a 2024an li Kolana Tecnîdê ya bajarê Minbicê, mayinek hat teqandin û 2 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûbûn.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ti pêwendiya wê bi wan teqînên Minbicê re nîne û eşkere kir ku ew êrişên li ser sivîlan şermezar dikin.
Navçeya Til Rifetê di bin kontrola grûpên çekdar ên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê de ye.