Mattis: Fransayê hêzeke mezin rêkire Sûriyê!

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê James Mattis ragihand ku Fransayê di van her du hefteyên dawî de hêzeke mezin rêkiriye Sûriyê.
27.04.2018, Cum - 08:03
Mattis: Fransayê hêzeke mezin rêkire Sûriyê!
Nuçe Belav bike

Mattis wiha berdewam kir: Ev hêz ji bo piştgiriyê bidin hêzên Amerîkî, hatine şandin. Me tevgerên xwe yên li ser hidûdê Iraqê zêdetir kirine. Hêzên Amerîkayê niha ji Sûriyê dernakevin. Tevgerên Amerîkayê yên li Rojhilatê Firatê wê hê jî zêde bibin.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron gotibû em ê hêzên xwe yên li Sûriyê zêdetir bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1351 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:27:51