Nûnerê Çînê: Divê dawî li êrîşên Tirkiye û Îsraîlê yên li ser Sûriyê bê anîn

Çîn banga rawestandina êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê li Tirkiyê dike, Tirkiye jî bersiv dide, Ew ê ji bo parastina sînorên xwe berdewam şerê YPGyê bikin.
22.12.2022, Per - 06:19
Nûnerê Çînê: Divê dawî li êrîşên Tirkiye û Îsraîlê yên li ser Sûriyê bê anîn
Nuçe Belav bike

Cîgirê Nûnerê Çînê yê li Netewên Yekgirtî Geng Shuang duhî li Netewên Yekgirtî di rûniştinekê li ser pirsa Suriyeyê de behsa êrîşên asmanî û topbaranên Tirkiyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê kir û got, Sûriye dewleteke xwedî serwer e û bi çi hincetî bibe bila bibe, operasyoneke leşkerî ya li nav xaka Suriyê, binpêkirina mafê serweriya wê ye û divê Tirkiye operasyonên xwe rawestîne.

Nûnerê Çînî got: “Em bang li Tirkiye û Îsraîlê dikin ku dawî li van êrîşan bînin û bi diyalogê bigihin çareseriyan û hebûna hêzên biyanî li ser xaka Sûriyê neyasayî ye û ji bo sivikkirina êş û azarên welatiyên Sûriyê, divê ew hêz vekişin.”

Li hemberê jî, Nûnerê Tirkiyeyê Ferîdun Sînîrlîoglu jî nerazîbûn li dijî Çînê nîşan da û got, şerê wan li dijî terorê ye û ji bo parastina sînor û xelkê xwe dê berdewam şerê YPGyê bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 310 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:44:39