Parlemantoya Sûriyê bo qutkirina ava Ellok gilî li Tirkiye kir

Serokê Parlemantoya Sûriyê Hemmûde Sebbax bo 57 rêxistinên navdewletî û Erebî re name şand û daxwaz ji wan kir derbarê qutkirina ava wêstgeha Ellok ser bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê şermezar bikin.
02.09.2022, Cum - 06:23
Parlemantoya Sûriyê bo qutkirina ava Ellok gilî li Tirkiye kir
Nuçe Belav bike

Li gor ajansa SANA ya hikûmeta Sûriye, Serokê Parlemantoya Sûriyê Hemmûde Sebbax name bo 57 rêxistinên navdewletî û Erebî re şandin, daxwaz ji wan kir derbarê qutkirina ava wêstgeha Ellok ser bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê şermezar bikin.

Sebbax di nameyên xwe de bo wan 57 rêxistinan got “Qutkirina ava Ellok ji aliyê Tirkiye ve bo ser yek milyon kes li Heseke dibe tawanek dijî mirovatiyê û tawaneke cengê.”

Sebbax herwiha daxwaz ji aliyên peywendîdar kir, ku divê çareseriyek bo vê pirisgirêkê bê dîtin.

Ji Cotmeha 2019an ve û heta niha, wata piştî artêşa Tirkiye bajarê Serê Kaniyê dagîr kiriye, 27 caran ava wêstegeha Ellok li ser bajarê Heseke û derdorê qut kiriye, ku ev nêzîka 3ê salan dibe xelkê Heseke ji ber qutkirina ava Ellok di jiyaneke xirab de dijîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 473 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:14:57